BERXWEDANA YAGIZ DI ROJA 161’AN DE DEWAM DIKE

Li Başûrê Kurdistanê jî tevî grevên birçîbûnê yên bê dem û bê dorveger, grevên dorveger jî li dar in.
Çalakiya dorveger a li Hewlerê ji aliyê endamên KNK’ê ve hate dewir girtin.
Her wiha Partiyên Başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê piştgirî dan çalakgerên di gireva birçîbûnê de ne.

Li başûrê Kurdistanê ev 161 roje çalakiyên greva birçîbûnê lidarin.

Pêşengê çalakiya grevên li başûrê Kurdistanê Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ev 161 roje li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.

Bi Yagiz re li nurnertiya HDP’ê ya Hewlerê çalakiya dorveger ya greva birçîbûnê jî hat despêkirin.

Çalakî îro ji aliyê koma 81’an ve hat dewirgirtin.

Kesên ku çalaki dewirgirtin humû endamên KNK’ê ne.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
PARTIYÊM BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIŞTGIRÎ DAN ÇALAKGERAN

Her wiha Partî û aliyên siysî yên Başûrê Kurdistanê jî li navenda HDP’ê piştgirî dan çalakgerên greva birçînê.

Li ser navê KNK, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê,

Hizbî Demokrat a Kurdistana Îran,

Partiya Komunîsta Kurdistan,

YRDK, Demokratxwazanî Kurdistan,

Yekîtiya Jinên Kurdistan,

Partî Demkratî Kurdistanî Îran,

Eniya Demokratîk a Gel û aktîvîstan daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

Em îro wek partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li vir kombûne ku em bibin dengê çalakvanên ku dest bi rojiya mirinê kirine.

Heta ku ev tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan neyê şikandin wê çalakiyên me yên bi vî rengî dewam bibin.

Em piştgiriya xwe ji Başûrê Kurdistanê hata girtîgehên Bakurê Kurdistanê ji bo girtiyên ku ketine roja mirinê didin diyar kirin.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
HERÊM MEHMÛD: EM Ê GERMIYANÊ Û AMEDÊ BIKIN YE

Li navçeya Kelar a Germiyanê jî çalakiya Endezyar Herêm Mehmûd bi heman biryardariyê di roja xwe ya 65’an de ye.

Herêm Mehmûd têkildarî biryara rojiya mirinê ya ku 15 girtiyan îro dayî despêkirin axivî û got;

Îro li girtîgehên dewleta Tirk a faşîst çalakgerên greva birçîbûnê dest bi qonaxek nû kirine.

Emê jî têkoşîn û xebata Germiyanê li gel ya Amedê bikin yek.

https://rojnews.news/ku/kurdistan/berxwedana-li-mexmure-bi-biryardari-didome-30871

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
ÇALAKIYA FADÎLE TOK DI ROJA 101’AN DE YE

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr jî greva birçîbûnê diroja 136’an de berdewam dike.

Çalakî îro ji aliyê koma 46’emîn ve hate dewir girtin.

Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 101’an de bi biryardariyek xurt didome.

Leave a Reply

Back to top button