Li Ewrûpayê 500 hezar kesên din ji ber vîrûsa Corona bimrin

Pêla 4’an a vîrûsa Koronayê herî zêde bandor li parzemîna Ewrûpayê dike.
Ji ber vê yekê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî hişyar kir û got,
Heta Sibata sala 2022’an, dibe ku li Ewrûpayê 500 hezar kesên din ji ber vîrûsê bimrin.

Rêxistina Tendirûstiyê ragihand ku demên dawî li Ewrûpayê hejmara pêketiyên vîrûsa Korona û kesên dimrin zêde bûye.

Dîrektorê rêxikstinê yê Ewrûpayê Hans Kluge anî ziman ku ev rewş rê li ber peydakirina fikaran vekiriye û got:

Di rewşa heyî de li 53 welatên Ewrûpayê 78 mîlyon kes bi vîrûsê ketine.

Dibe heta Sibata 2022’an, li Ewrûpayê 500 hezar kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest bidin.

Li gorî Kluge, xemsariya gel û sistkirina tedbîran, rê li ber encamên giran vekir û wiha got:

Li welatên ku lêdana derziyan li wan kêm be, êdî cihê pêşwazîkirina nexweşên Koronayê nemaye.

Li gorî daneyê, demên dawî rojane derdora 250 hezar kesên nû bi vîrûsê dikevin û 3 hezar û 600 kes jî dimrin,.

Back to top button