Ji bo serokê berê yê Tûnisê Marzûkî biryara girtinê ya di qada navnetewî de hate dayîn

Li dijî Serokomarê berê yê Tûnisê, di qada navnetewî de biryara girtinê hate dayîn.
Mihemed Moncef Marzûkî yê di salên 2011-2014’an de serokomariya demkî ya welat bû, biryara girtina wî di qada navnetewî de hate dayîn.

Piştî ku Serokomar Qeys Seîd beriya çend hefteyan Marzukî dijminê dewletê îlan kir û pasaporta wî ya dîplomatîk betal kir, der barê wî da biryara girtinê ya navneteweyî hat dayîn.

Ev biryara Seîd piştî ku Marzûkî bang li Fransayê kir ku piştgiriya xwe ya ji bo Tûnisê ya di bin serokatiya Seîd de bi dawî bike hate girtin.

Marzûkî ku niha li Fransayê ye, Seîd wekî dîktator bi nav kir û diyar kir ku ji ber betalkirina destûra bingehîn û hikûmetê divê Fransa hemû desteka ku ji Seîd re tê dayîn qut bike.

Serokomarê Tûnisê Qeyîs Saîd 25″ê Tîrmehê hemû hêza parlamentoyê dabû rawestandin û serokwezîr ji erk girtibû.

Bi vê yekê re dawî li deshilata partiya El Nehda ya ixwana mislimîn ku Tirkiye û Qeter piştevaniya wê dike anîbûn.

Herî dawî di 28’ê Îlonê de Seîd, Necla Buden Remezan ji bo avkirina hikumeta nû erkdar kiribû.

Li welat 11’ê Cotmehê jî hikumeta nû hate ragihandin.

Back to top button