DYA firotina çekan a bi 650 milyon dolarî erê kir

DYA ji bo firotina cebilxaneyan bo Erebîstana Siûdî ku bi bihayê 650 milyon dolarî erê kir.
Ger Kongreya DYA di nava 30 rojên de li dijî biryara Wezaretê nerazîbe, rêvebirî ji bo naveroka pakêta firotanê bi welatê ku firotin lê hatî pejirandin re dest bi danûstandinan dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan firotina cebilxaneya hewayî ya balafirên şer ên F-15 bi buhayê 650 milyon dolarî bo Erebistana Siûdî erê kiriye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Hevkariya Ewlekariya Parastinê ya Amerîkayê de wiha hat gotin:

“Wezareta Karên Derva biryar da ku firotina Moşeka Hewayî yên pêşketî (AMRAAM) û amûrên wê ku bihayê wê 650 milyon dolar e bo Erebistana Siûdî erê kir.”

Wezaretê diyar kir ku ji bo firotinê Kongre jî agehdar kiriye.

Pejirandinên Wezareta Derve ya ji bo firotina çekan, tenê tê wateya ku ev firotin ne li dijî rêveberiya welate.

Ger Kongreya DYA di nava 30 rojên kar de li dijî biryara Wezaretê dernekeve, rêvebirî ji bo naveroka pakêta firotanê bi welatê ku firotin lê hatî pejirandin re dest bi danûstandinan dike.

Di dawiya van danûstandinan de, DYE nameyek pêşniyarê pêşkêşî wî welatî dike.

Ger pêşniyar bersivek erênî werbigire, pêvajoya kirînê pêk tê.

Back to top button