NY bang li artêşa Sûdanê kir ku vegerin “destûra bingehîn”

Li Sûdanê artêşa darbekar dixwaze bi danûstandinên heyî xwe ji zextên navnetewî xelas bike.
NY carke din artêşa Sûdanê hişyar kir û got,
Li destûra bingehîn vegerin.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres banga serbestberdana Serokwezîr Hemduk û rêveberiya sivîl dubare kir.

Guterres di peywendiyeke telefonî ya li gel Fermandarê Artêşa Sûdanê Abdulfettah el-Burhan de, bang lê kir ku vegere destûra bingehîn.

Sibeha 25ê Cotmehê li Sûdanê artêşa darbe pêk anî.

Di encamê de, Serokwezîr Hamduk û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin û hat ragihandin ku Hamduk roja din hatiye berdan.

Serokwezîr Abdullah Hamdûk ku piştî destwerdana leşkerî ya li Sûdanê ji wezîfeyê hat girtin, diyar kir bêyî ku bi artêşê re diyalogê bikin, bi şertê vegerandina rewşa beriya 25’ê Cotmehê ew dikare li karê xwe vegere.

Burhan da zanîn ku wan rewşa awarte îlan kirine, Meclîsa Serwerî û kabîneya wezîran hatine betalkirin û hikûmeteke teknokrat a ku nûnertiya hemû beşên Sûdanê bike wê bê avakirin.

Back to top button