Komîsyona Karê Derve a Senatoyê: Divê hilberîna balafirên şer ên bêmirov ên Tirkiyê were qedexekirin

Senatoya Amerîkayê di mijara guhertina qanûna parastinê de, têkildarî Tirkiyê di nava hewldanan de ye.
Komîsyona Karê Derve a Senatoyê, bi pêşniyarpirsekê xwest hilberîna balafirên şer ên bê mirov ji aliyê Tirkiyê ve were qedexekirin.
Sedema vê yekê jî ew e ku ev balafirên ewlehî, aramî û aştiya li herêmê dixe nava xeterê.

Senatoya Amerîkayê têkildarî siyaseta parastinê ya Tirkiyê, daxwaza guhertinan dike.

Bi vê armancê Serokê Komîsyona Karê Derve, senatorê demokrat Bob Menendez, pêşniyarpirsek amade kir.

Mijar pêşî, qedexekirina firotina teknolojiya ji bo hilberîna balafirên şer ên bê mirov e.

Di çarçoveya vê pêşniyarpirsê de, şerte ku desteka teknolojîk a şîrketên Amerîkayê ji bo amadekirina vana balafiran were lêkolînkirin.

Bi taybet jî bazirganiya ku sala 2018’an destpêkirî.

Serokê komîsyona karê derve a Senatoyê Bob Menendez di vî warî de îşaret bi van xalan dike:

Balafirên şer ên bê mirov ên Tirkiyê, sala derbasbûyî di şerê Ermenîstan û Azerbêcanê cde zêde hatin bikaranîn.

Ji wê demê ve, Polonya, Mexrib û Ukrayna hejmarek ji van balafiran kirîne.

Niha jî welatên mîna Angola, Etiyopya, Nîjer, Nîjerya û Ruanda ketina nava hewldana kirîna van balafiran.

Senatoyê Amerîkî Menendez hişyar kir ku firotna van balafiran ji aliyê Tirkiyê xeterî ye û got:

Ev gefa li ser aramî, aştî û parastina mafê mirovan e. Divê Amerîka nebe hevkarê vî sûcî.

Her wiha firotina perçeyên amadekirina van balafiran, ji aliyê Amerîkayê ve were qedexekirin.

Back to top button