Piştî zextan Talîbanê rêda ku Zanîngeha Jinan a Moraa karê xwe bidomîne

Li Efxanistanê, deshilata Talîban nahêle jin nefesê bigrin.
Hemû mafên perwerde û xebatê yên jinan ji destê wan hatine girtin.
Piştî zextên zêde Talîbanê rêda ku Zanîngeha Moraa a Jinan xebatên xwe dewam bike.
Zanîngeha Moraa yekem zanîngeha li welate ku ji aliyê jinan ve tê rêveberin.

Piştî vekişîna hêzên DYA û Rojavayî ji Efxanistanê, Talîbanê 15’ê Tebax kontrola welat xist destê xwe.

Di nav çend rojan de piştî girtina Kabulê, rêxistinê wêneyek aştiyane pêşkêşî gelê Afganî û civaka navneteweyî kir.

Berdevkê Talîbanê Zabîullah Mucahîd di yekemîn civîna xwe ya çapemeniyê de got,

“Birayên me jî wek mêran xwedî heman mafên.

Ew ê mil bi mil bi me re bixebitin.”

Bi van gotinan hewl da ku bi jinan aram bike.

Ev gotinên Talîbanê bi rastiya li ser erdê re li hev nake.

Zanîngeha Moraa yekemîn saziya perwerdehiya taybet a li welêt e ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin.

Slogana zanîngehê jî “erê em dikarin e.”

Saziya perwerdehiyê ji bo bi sedan keçên ciwan li qadên cuda xebatên xwe yên perwerdehî û civakî wekî asayî pêk tîne.

Di beşek wê de xwendekarên dibistana seretayî û navîn jî hene.

Ji ber ku di dibistanê de tenê jin dixebitin, gelek malbat destûr didin ku keçên wan perwerdeya xwe bidomînin.

Xwendekar daxwaz dikin ku rêxistin rê bide keçên din jî biçin dibistan û zanîngehan.

Civaka navneteweyî diyar dike ku divê li seranserê welat Talîban rê bide perwerdeya keçan.

Piştî Talîbanê kontrola welat xist destê xwe, êdî ji bo xwendekarên keç ji refa 7’an û jor hate qedexekirin.

Bi taybetî li gundan perwerde bi temamî hatiye astengkirin.

Talîban dîsan weke beriya 2001ê nahêle jin bixebitin.

Back to top button