Rêveberiya Biden, Tirkiyê û Azerbêcan venexwend civîna demokrasiyê

Dewleta Tirk bi binpêkirina mafê mirovan, zêdekirina zextên li ser gelê Kurd û derdorên demokrartîk, bûye yek ji mijarên sereke ên saziyên navneteweyî.
Ji ber van kirinên wê, Tirk weke welatê dij huqûq û demokrasiyê tê binav kirin..
Amerîka 9-10 Kanûna îsal civîna bilind a demokrasiyê organîze dike.
Lê rêveberiya Biden, Tikriyê ê Azerbêcanê venexwend vê civînê.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden di salvegera yekemîn a erka xwe de soz dabû ku ew lîderên welatên demokratîk bîne cem hev.

Li ser mijarê Koşka Spî daxuyaniyek da û eşkere kir ku wê civîn bi van 3 mijaran birêve biçe:

Li dijî pergalên serdest, parastina demokrasiyê

Têkoşîna li dijî diziyê

Û Parastina Mafê Mirovan

Li gorî belgeyên ku ji aliyê malpera Polîtîco ve hatin parvekirin;

Ji 107 welatan, hevkarên Amerîka ên NATO, Tirkiye û Hungariya ji bo civînê nehatine vexwendin.

Di lîsteyê de welatên mîna Angola û Gana hene.

Lê Tirkiye, Hungariya, Îran, Rûsya, Azerbêcan, Çîn û Efxanistanê tine neürkiye ve Macaristan’ın yanı sıra İran, Rusya, Çin ve Afganistan gibi ülkeler de bulunmuyor.

Di Civîna Bilind a Demokrasiyê de, wê li dijî zexta rejîmên serdest gotûbêj were kirin.

Qesra Spî jî li ser heman mijarê beriya niha ragihandibû ku li ser asta cîhanê demokrasî û mafê mirovan bi gefeke mezin re rû bi rûne.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin;

Hikumetên kuj li hemberî daxwazên çareseriyê yên civakan bisernakebin, dibin sedema peydakirina nakokî û perçebûnê.

Back to top button