Çalakiyê mehek li pey xwe hişt, lê PDK’ê cenazeyên şehîdan nade

Hêzên bi ser PDK’ê 29’ê Tebaxa derbasbuyî li herêma Xelîfanê êriş birin ser komeke gerîla. Di encama êrişê de 5 gerîla şehîd bûn. Ji wan gerîlayên şehîd 2 ji Rojavayê Kurdistanê ne.
Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka ya ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe zêdeyî mehekê ye dewam dike.

Lê heta niha PDK’ê bersiva malbatan nedaye.
Îro jî bi dehan xebatkarên Tenduristiyê ya herêma Cizîrê beşdarî çalakiyê bûn.

Endamên komîteya tendirustiyê li konê çalakiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpêkirina pîvan û yasayên navnetewî û mirovî ye.

Hate destnîşankirin ku PDK’ê û Pêşmergeyên Roj bûne alavek de destê dijmin de û bi rêya wan dewleta Tirk sûc û êrişên xwe didomîne.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku der barê bikaranîna çekên kîmyewî ên li dijî gerîla lêkolînê bikin.

Dayik û malbatên Şehîdan jî diyar kirin, ku dê çalakiya wan bidome heta ku cenazeyê zarokên xwe yên şehîd werbigrin.

Back to top button