HDP’ê parastina xwe ya pêşî pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kir

Bi xwesteka hikumeta faşîst ya AKP’ê-MHP’ê beriya niha derbarê Partiya Demokratîk a gelan HDP’ê de doza girtinê hatibû vekirin.

HDP’ê di çarçoveya doza girtinê de parastina ji 173 rûpelan pêk te îro pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kir.

Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP’ê, îro parastina xwe ya pêşî ya derbarê doza girtina HDP’ê pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, endamên Meclisa Partiyê ya HDP’ê Parêzer Mavîş Aydin, Parêzer Dogan Erbaş, û Parlamenterê HDP’ê yê Hiqûqnas Mehmet Ruştu Tîryakî jî di nav de HDP’ê bi heyetekê parastina xwe ya ji 173 rûpelan pêk dihat, radest kir.

Di parastinê de îtîrazên hiqûqî hatine kirin.

Doza ji bo girtina HDP’ê 17’ê Adara 2021’an ji aliyê Serdozgeriya dadgeha bilind a Komarê ya Tirk ve hatibû vekirin.

Li aliyê din wê sibê HDP, li navenda xwe ya giştî derbarê parastina xwe de civîna çapemeniyê li dar bixe û agahiyên berfirehtir bi raya giştî re parve bike.

Back to top button