
Piştî berxwedanek bêhampa êdî çalakiyên greva birçîbûnê derbasî qonaxek nû dibe, îro 15 çalagerên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi rojiya mirinê dikin, ji destekdayîna bi van çalageran re û şikandina bêdengiya AKP’ê li gelek bajarên Tirkiyê daxuyanî hatin dayîn, di daxuyaniyan de wiha hat gotin: Divê AKP’ê û Meclisa Tirkiyê têkevin tevgerê.
Gelê kurd û çalakgerên greva birçîbûnê bi biryarin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin.
Ji 7 hezar girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan bi rojane di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, 15 girtiyan duh bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê dest bi “Rojiya mirinê” bikin.
15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê îro çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger veguherandin çalakiy rojiya mirinê.
Navê 15 girtiyên ku dest bi rojiya mirinê kirin wiha ne:
Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê:
Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek
Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê:
Ardil Çeşme, Asli Dogan
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê:
Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk
Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê:
Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.
ÇALAKIYA ROJIYA MIRINÊ
DIVÊ AKP’Ê Û MECLISA GIŞTÎ TÊKEVE TEVGERÊ
Malbatên girtiyan û rêxistinên HDP’ê bi boneya balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê îro li gelek navendan daxuyaniyên çapemeniyê dan.
Daxuyaniya çapemeniyê li Wan, Mêrsîn, Edane, Hatayî, Îzmîr,Enqera, Ruha û Sêrt hat dayîn.
Di hemû daxuyaniyan de wiha hat gotin;
AKP’ê li dijî daxwaza çalageran xwe ker, kor û lal kirine.
Hikumet bi vê nêzîkatiya xwe dixwazin ku em hemû dest bi rojiya mirinê bikin gelo?”
Ji bo çareseriyê û bihîstina daxwaza çalageran divê hikumet û Meclîs demildest bikeve dewrê.
Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku ew li pey daxwaza zarokên xwe ne û dê heta dawiyê piştevaniyê bikin.
Daxuyanî bi berzkirina silavkirina berxwedana zindana bi dawî bû.
ÇALAKIYA ROJIYA MIRINÊ
MALBATÊN GIRTIYAN: BILA TIRKIYÊ DERBASÎ REWŞA SEFERBERIYÊ BIBE
Piştî ku rojiya mirinê dest pê kir malbatên girtiyan li Amedê kom bûn.
Malbatan bang li raya giştî kir û gotin:
Em hemû gelê kurd û gelên Tirkiyeyê vedixwînin seferberiyê.
Divê her kes rabin ser piyan êdî bes e.
Zarokên me bedena xwe dane ber birçîbûnê, daxwaza wan daxwaza me ye.
ÇALAKIYA ROJIYA MIRINÊ
TEMELLÎ: RABIN SER PIYAN ÇALAGER DERBASÎ PÊVAJOYEK NÛ DIBIN
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, ji bo 15 girtiyên dest bi rojiya mirinê kirin bang li hêzên demokratîk kir û got:
Divê em bikevin nava tevgerê. Êdî dema me tuneye ku em xemsar û ji nedîtî ve tevbigerin.
Desthilatdarî êdî nikare di şertên tecrîdê Tirkiyê 4 salên din bi rê ve bibe.
Rewşa tirkiyê bi gîştî kirîtîke, divê çareserî îro berî sibe were dayîn.