Şanoya ‘Em li Hêviya Wî Ne li Qamişlo hat pêşkêşkirin

Li bajarê Qamişlo, doh şanoya ‘Em li Hêviya Wî Ne’ ya Koma Şanoyê ya Jiyan hate pêşkêşkirin.

Şano ji aliyê Koma Şanoyê ya Jiyan ve hatiye amadekirin, li Parka Xwendinê ya bajêr hat pêşandan.

Şano ji aliyê Riyad Îsmet ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê jî Ebdulcebar Hebîb kiriye.

Şanoyê balê dikişîne ser pirsgirêkên civakî û helwesta takekesî ya li hemberî wan pirsgirêkan.

Muzîka şanoyê ji aliyê Malik El Fewaz û dekor jî ji aliyê Ciwan Silo ve hatine amadekirin.

Pêşandana şanoyê nêzî 30 deqeyan dom kir.

Back to top button