“BILA 1’Ê GULANÊ AZADIYA RÊBER APO WERE QÎRKIRIN”

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 14 aktîvîstên kurd ên li bajarê Strasbourg ê Fransayê di roja 135’an de ye.
Rewşa tenduristiyê ya çalakgeran roj bi roj giran dibe.

Serdana Kurdan û dostên wan ên ji bo çalakgeran jî didome.

Komek ji bajarê Draguignanê yê Fransayê serdana berxwedêran kir.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Draguignanê Leyla Demîrcî piştî serdanê axivî.

Leyla Demîrcî diyar kir, ew bi serdana çalakgeran serbilind in û fikarên xwe derbarê tenduristiya çalakgeran anî ziman.

Demîrcî diyar kir, gelê Kurd divê bi rengekî topyekûn li dijî tecrîdê rabin ser piyan.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê jî ji bo 1’ê Gulanê bang li Kurdan kir ku bi xurtî tevlî bibin.

Çalakiya 1’ê Gulanê wê li meydana Lattre de Tassigny a Strasbourgê pêk were.

Her wiha li ser navê komîteya Amadekar a çalakiyê Yuksel Koç û Şukran Sîncar axivîn û gotin:

Divê 1’ê Gulanê azadiya Rêber Apo were qîrkirin.

Leave a Reply

Back to top button