Balefirên şer ên dewleta Tirk gundekî bajaroka Sersing a Dihokê bombebaran kirin.
Êrişên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê didomin.
Duh derengiya şevê balafirên dewleta Tirk gundê Eredena ya bajaroka Sersing a Dihokê bombebaran kirin.
Devera hatî bombebarankirin nêzî Çiyayê Metînaye, derbarê ziyanan heta niha ti agahî nehatin bi dest xistin.