Dijberên encama hilbijartinê, li Bexdayê daketin qadan

Tevî ku mehek di ser hilbijartinên giştî yên Iraqê derbasbûye jî ne hewldanên avakirina hukûmetê hene, ne jî bidawîbûna rewşa aloz.

Lewma beşek mezin ji civaka Şîi ku dibêje sextekarî û hîle pêk hatine, dibêje ew ê encama hilbijartinê qebûl nakin.

Doh li paytexta Iraqê Bexdayê bi hezaran kes li dijî encama hilbijartina 9’ê Cotmehê derketin.

Girseya ku piraniya wan ji aliyên Şîi pêk dihat li derdora Herêma Kesk û balafirgehê kom bû..

Beşdarên çalakiyê rafgihandin ku ew ê rê nedin sextekariyê û bi taybet li dijî serokwezîrê Mustefa El Kazimî nerazîbûn nîşan da.

Ji ber destwerdana polîsan hejmare ji xwepêşandêran birîndar bûn..

Ajansa Nûçeyan a Frans-Press agahiya xwe sprat rayedarek ewlekariyê û got, kes bi gulleya polîsan hatiye kuştin.

Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê jî ragihand ku di xwepêşandana Bexdayê de 125 kes birîndar bûne.

Ji wan 27 sivîl û yên din jî polîs in.

Kazimî ji bo parastina xwepêşandêran navendek ewlehî ya hevbeş avakir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî Weke Fermandarê Giştî yên Hêzên Çekdarî ji bo parastina xwepêşanderan biryar da ku ji serokatiya efserên bilind, nûnerên hêzên ewlehiyê û Heşdî Şebî navendek were ava kirin.

Ev biryara Serokwezîrê Iraqê ji aliyê Fermandiyariya Operasyonan a Iraqê de hate ragihandin.

Di daxuyaniya Fermandiya Operasyonan de tê gotin ku ev biryar ji bo pêşîlêgirtina aloziya di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de girînge.

Fermandariyê bang li hêzên ewlehiyê kirin ku erkên xwe ji bo parastina azadiya ramanê û mafên mirovan pêk bînin.

Ajansa Nûçeyan a Frans-Press agahiya xwe spart rayedarekî ewlekariyê û got, kesek bi gulleya polîsan hatiye kuştin.

Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê jî ragihand ku di xwepêşandana Bexdayê de 125 kes birîndar bûne.

Ji wan 27 sivîl û yên din jî polîs in..

Back to top button