Dewleta Tirk deverê ku dagirkiriye polîtîkayên qirkirina çandî û fîzîkî pêk tîne

Dewleta Tirk a dagirker her cihê ku dagirkiriye destpêkê polîtîkayên gûhertina demografîk û qirkirina çandî û fîzîkî dixe meryetê.

Li Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine zimanê tirkî, pereyên Tirkî, dibistan û zanîngehê tirkî mecbûr kiriye weke beşeke axa xwe tevdigere. Niha jî bi gefên xwe yên nû ve diwaze bajarên mayî jî dagirbike û weke deverên dagirkirî bike.

Dewleta Tirk a dagirker her cihê ku dagirdike destpêkê demografiya wê deverê digûherîne û polîtîkayên tirkirinê, helandinê dixe meryetê.

Dewleta Qirker heman polîtîkayê îro li Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, li van deveran jî pêk tîne.

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku li Cerablusê dagirkirin li wir axaftina bi tirkî mecbûrî kirin.

Di Cotmeha 2019’an de li Cerablus, Ezaz, Efrîn û Babê 3 peymangehên girêdayî Zanîngeha Dîlokê hatin vekirin.

Heman dîrokê postaxaneyên saziyên Tirkî (PTT) vekir.

Di 2020’an de jî bikaranîna lîreyê Tirkî li van deveran kirin mecbûrî.

Li aliyê din, pêkanîna polîtîkaya tirkkirinê li herêmên navborî ku navên kuçe, kolan û dibistanan kirine bi tirkî, zimanê perwerdeyê kiriye tirkî, her cure sazî lê ava kirine.

Lê ciheke zimanê Kurdî li deverê Kurdan qedexe kiriye.

Mînaka herî ber biçav Efrîn e, beriya dagirkirinê ji sedî 96-98’ê bajêr Kurd bû lê niha li gorî hin çavkaniyan ji sedî 15’ê wê Kurd e.

Malbatên çeteyan ên ji bajarên cuda yên Sûriyê anîne, li şûna mirovên ji herêmê hatine derxistin, demografiya bajêr digûherînin.

SOHR’ê di raporeke xwe de diyar kir ku “Piştî ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kirin, roj bi roj pirsgirêkên mirovî, sûc û ewlehiyê li van herêman zêde dibin. Rojek nîn e ku sûc neyên kirin û teqîn pêk neyên.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka meha Cotmehê ve gefa êriş û dagirkeriyeke nû li ser bajarên niha di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne dixwe da ku wan jî weke Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bike

Back to top button