Xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve tê wêrankirin

Îro Roja Parastina Avhewa ya Cihanî ye…
Îro jî bi birrîna daran, şewitandina daristanan û bikaranîna çekên kîmyewî, xwezaya Kurdistanê tê wêrankirin.
Di vê rojê de jî dewleta Tirk a dagirker dîsa agir bi daristanên çiyayê Gabarê xist.

Îro roja Cihanî ya qedexekirina di şeran de bikaranîn û talankirina xwezayê ye.

Sala 2001’an Netewên Yekbûyî roja 6’ê Mijdarê wek Roja Parastina Avhawaya Cihanî ragihand.

Li gorî Netewên Yekbûyî di şeran de ziyanên ku bi xwezayê dikevin, dibe sedema xerabûna sîstema ekolojî û bandorên neyînî li ser mirovahiyê jî dike.

Lê, xwezaya Kurdistanê ku ji mirovahiyê re bûye dergûş, tucar para xwe ji vê rojê negirtiye.

Di serî de dewleta Tirk a dagirker û hêzên din dewlemendiya xwezaya Kurdistanê ji xwe re kirine çavkaniya talankirinê.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2018’an ve li sinorê parêzgeha Dihok û Hewlêrê ku dagirkiriye, dest bi birîna daristanan û talankirina wan kiriye

Di Hezîrana îsal de jî dewleta Tirk bi behaneya rêya ewlehiyê ya ji bo çiyayên Zaxo dest bi talankirin û birîna daristanên deverê kir.

Li Bakurê Kurdistanê jî rewş bi heman rengî yê û bi alikariya cerdavanan daran dibirrîn û difroşin.

Li gorî agahiyan, şeş kompanyên dewleta Tirk rojane li sinorê Behdînanê bi rêya cerdevanan daran dibirin.

Piştî dar tên birîn jî li cihê wan rê û baregehên leşkerî tên avakirin.

Ji bilî birîna daran, li gelek gundan bax, rez û zeviyên welatiyan jî tên şewitandin.

Li gorî Rêveberê Daristan û Pawanên Dihokê Kawe Sebrî, zêdetirî 5 hezar donim zeviyên çandiniyê di encama bombebaranên dewleta Tirk de şewitîne.

Li aliyê din îro, li herêma Gurdîla ya çiyayê Gebarê yê Şirnexê jî jiber operasyonên Dewleta Tirk agir bi daristanê ket.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ji bo vemirandinê tu gav nehatiye avêtin

Dewleta Tirk a dagiker bi bikaranîna çekên kîmyewî xwezaya Kurdistanê jî dikuje

Dewleta Tirk a dagirker ku bi van kirinan re sînordar nîne, bi bikaranîna çekên kimyêwî jî, xwezayê dikûje.

Li gorî bîlançoya HPG’ê ya şerê 6 mehan, Artêşa Tirk a dagirker 323 caran bi çekên kîmyewî êriş kiriye.

Di encama van êrişan de ziyanek mezin li xwezaya Kurdistanê bûye.

Bi hezaran ajal û zindiyên din telefbûne, her wiha wê bi salan bandora van çekên kimyawî li ser xwezaya herêmê bimîne.

Li dijî êrişên li ser xwezaya Kurdistanê, heta niha ne hikûmeta Herêmê û Iraqê, ne jî rêxistinên navnetewî yên jîngehparêz ti helwestek nîşan nedane.

Back to top button