Jinên Meclisa Viyan îmze girtin û ji OPCW re şandin

Edamên Meclisa Jinê ya Viyan îmzeyên ku li Kolnê hatinî komkirin ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW’ê re şandibûn.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve li dijî herêmên parastina medya dest bi êrişên dagirkeriyê kiriye.

Di nava van 6 mehan de heya niha bi dehan caran çekên kîmyawî li dijî gêrila bi karanîne.

Ji 30 gêrilayan zêdetir ji ber van çekên qedexe kirî şehîd bûne.

Li bajarê Darmstadt a Elmanyayê bi pêşengiya Saziya Jinê ya Rozayê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Qadên Parastinê yên Medyayê hat şermezar kirin.

Ji bo dawî dewleta Tirk a dagirker dawî li van sucên xwe bîne, Edamên Meclisa Jinê ya Viyan bi nameyekê îmzeyên hatine komkirin ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî şandin.

Meclîsê bang li tevahî rêxistinên navnetewî kirin ku bi erka xwe rabin û hesab ji dewleta Tirk bi pirsin.

Jinan diyar kirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku ew bigihêjin armanca xwe û wê roja Sêşema bê jî stanta agahdarkirinê vekin.

 

Back to top button