Arjîn Yuksekdag: Mafê me binpê dikin xwedî li girtiyan derkevin

Li girtîgehên dewleta Tirk dem derbas nabe û agahiyên derbarê êşkenceya li ser girtîyan tên belavkirin..
Girtiya bi navê Arjîn Yuksek-bag ku li girtîgeha jinan a Sîncanê girtiye, li ser navê 60 girtiyên jin nameyek ji Komeleya Piştevaniya Alîkariya Malbatên bi Girtiyan ya Sêrtê re şand..
Arjinê, di nameyê de bang li gel û raya giştî kir ku xwedî li girtiyan derkevin..

Girtiyên li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji her mafî bê par dimînin.

Gelek caran daxwazên girtiyan ên hevdîtina malbat û parêzeran jî tê redkirin.

Li girtîgeha Jinan a Sîncanê jî binpêkirinên mafan didome.

Girtiya bi navê Arjîn Yuksekbag a li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, 29’ê Îlonê nameyek ji Komeleya Piştevaniya Alîkariya Malbatên bi Girtiyan re ya Sêrtê şand.

Arjîn Yuksekbag nameya xwe de balkişand ser pirsgirêkên li girtîgehê û got;

Bi hinceta pandemiyê gelek tişt tên astengkirin, ev rewş li girtîgehan bûye weke tecrîd.

3 sal in odeyên me nehatin guhertin bi taybet ku pêwîstiya hevalên me yên nexweş bi guhertina cih heye, lê ev yek pêk nayê.

Hevdîtinên me yên bi malbatê re jî asteng dikin, tevî me gelek caran gilî kir, lê bê encam ma.

Arjîn anî ziman mafê wan ê tendirustiyê jî tê astengkirin û wiha pê de çû.

Cihê em tê de hemû rûtûbe girtiye, bêhn û şiliya wê derfetên jiyana me dadixe asta herî jêr.

Ev yek herî zêde bandorê li hevalên me yên nexweş dike.

Di çûyîn û hatine nexweşxaneyan de jî ji ber em nêzîkatiya leşkeran qebûl nakin, ev wek lêpirsînê li me vedigere.

Arjîn destnîşan kir nameyên wan dereng dighêjin komeleyê yan jî qet naghêjin.

Girtiya bi navê Arjîn Yuksekdag, diyar kir ew nameya xwe li ser navê 60 girtiyên jin dinivîse û wiha dawî li nameya xwe anî.

Em bi her awayî rastî cudahiyê tên û hîna gelek pirsgirêkên din hene, ez van li ser navê 60 jinî dinivîsim.

Ez dizanim winê bibin dengê me û li gel me bin, em di her alî de piştgiriya we hîs dikin.

Back to top button