QESRA SPÎ: WÊ TRUMP “IXWAN EL-MUSLIMÎN” BIXE LÎSTEYA TERORÊ

Qesra Spî li ser zimanê Serokê Emerîka Donald Trump peymeke ne ji rêzê ji bo Erdogan şand.
Li gorî daxuyaniyê, Turmp amadekariyên xistina “Ixwan El-Muslimîn” ji lîsteya terorê re dike.

Berdevka Qesra Spî, Sarh Sanders got:

“Serok Trump fikarên xwe li gel tîmên ewlekariyê û rêveberên herêmî parve kiriye.”

Sanders diyar kir ku, mijara xistina Ixwan El-Muslimîn di lîsteya terorê de, di qonaxa lêkolîn û şopandidnê de ye.

Berê jî Hikûmeta Misirê “Ixwan” xistiye nava lîsteya hêzên terorîst de.

Çavdêr vê daxuyaniyê weke peyameke tund ji Dewleta Tirk re dibînin.

Bi taybet ku li ser seranserî Cîhanê bi taybetî li Sûrî, Dewleta Tirk rasterast piştgiriya van rêxistinan dike.

Bi vê yekê wê Emerîka fişarên mezin li ser piştgirên van rêxistina ferz bike.

Leave a Reply

Back to top button