Meclisa Rêveber Rêveberiya Xweser projeyên îsal nîqaş kirin

Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya yasayî li dar xist.
Nûnerên desteyan projeyên xizmetguzariyê, aborî û aktîfkirina nivîsgehên xebatê yê Rêveberiyên Xweser û Sivîl nîqaş kirin.

Civîn li hola avahiya civînan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a bajarê Reqayê bi beşdariya hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Di civînê de projeyên 2021 hatin nirxandin.

Projeyên hîn di pratîkê de û yê hîn pêk nehatine û zehmetiyên hemû deste dikişînin nîqaş hatin niqaşkirin…

Piştî xwendina raporan û nirxandina wan, Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber îşaret bi girîngiya projeyên xizmetê kir..

Her wiha bal kişand ser girîngiya vekirina dewreyên perwerdekirinê yên taybet ji bo saziyên îdarî yên rêveberiya Xweser.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Hesen Koçber îşaret bi girîngiya rewşa aborî ya herêmê, pirsgirêka debarê û xwe îdarekirinê kir.

 

Back to top button