Yûsif Kûtî: Eger dewleta Tirk carek din êriş bike, wê rastî berxwedana gel were

Endamê Koordînasyona TEV-DEM`ê Yûsif Kûtî dibêje ji bo destkeftiyên heyî werin parastin û rê li ber êrişên dewleta Tirk were girtin, pêwîstî bi parastina cewherî heye. Yek ji rêveberên Navenda HPC’ê ya li Kobanê Bedî Dawûd jî piştrast kir parastina cehwerî rêya yekane ya li dijî gef û êrişên li dijî herêmê ye û parastin erka her kesî ye. 

Parstina Cewherî ji hêmanên bingehîn ên têkbirina êrîşan û dûrxistina herêmê ji dagirkeriyê ye.

Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Yûsif Kûtî li dijî êrîşên li ser herêmê û giringiya parastina cewherî ji ajansa ANHA’yê re nirxandin kir.

Yûsif Kûtî dibêje ji bilî gef û êrişan, dewleta Tirk bi rêya şerê taybet û ragihandinê dixwaze vîna gel bişkîne û pê re jî projeya demokratîk têk bibe.

Yûsif Kûtî diyar kir bi parastina cewherî êriş rastî berxwedanê tê û mînaka wê jî berxwedana li taxa Şêxmeqsûd e.

Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Yûsif Kûtî dawiyê da xuyakirin ku destkeftiyên Şoreşa Rojava hemû berhemên şerê gelê şoreşger e .

Bedî Dawûd: Parastina cewherî rêya yekane ya li dijî tevahî gef û êrişan e

Di heman çarçoveyê de, Ji rêveberên Navenda HPC’ê ya li Kobanê Bedî Dawûd jî anî ziman parastina cewherî parastina gel bixwe ye û bi rêya rêxistin û xweperwerdekirinê, pêk tê.

Dawûd diyar kir ku hêmanên sereke yên serkeftina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parastina cewherî ye.

Back to top button