Doh şev hewildan serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bikujin

Her diçer rewşa Iraqê aloztir dibe.

Şaneya Emnî ya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand ku doh şev bi balafirên biçek xwestin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bikujin.

Şaneyê di daxuyaniya xwe de derbarê kuştina Kazimî de ev agahî da.

“Doh derengiya şevê droneke bombebarkirî mala Serokwezîr Mistefa Kazimî ya li navçeya Kesk a Bexdayê bombebaran kir.

Lê hewildana kuştina serokwezîrê me biserneketiye û Kazimî Silamet e û ji hewla terorê rizgar bûye.”

Serokwezîrê Iraqê li ser hesabê xwe yê twîtterê vê bûyerê piştrastkir û got:

“Ez pirojeya rizgarîxwaziya Iraq û gelê Iraqê me, mûşekên xiyanetê dilgiraniyê nade bawermendan.

Ez baş im û hemd ji Xwedê re, di nav gelê xwe de me, ji bo xatirê Iraqê ez bang li her kesî dikim ku aram bin û xwe kontrol bikin.”

Ji aliyê din ve rewşa Bexdayê aloz e û hêzên ewlehiyê derketine kolanan û dengê çekan bi giranî tê bihîstin.

lîderê Tevgera EhlîRoja înê ji ber kuştina mîlîseke Şîa heq Qeys Xezalî gef ji Kazimî xwaribû.

Back to top button