Artêşa qirker gûndê Dirdara ê Til Temirê topbaran kir

Roj bêyî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê derbas nabe..Artêşa tirk û çeteyên xwe vê sibê careke din gûndewarê Til Temir topbaran kir.

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên xwe vê sibê careke din gundê Dirdara yê ku dikeve li ser rêya Zirgan û bakurê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Hemwextî van êrişan hate ragihan din balafirên keşfê yên artêş Tirk a dagirker li ser asîmanê bajarê Kobanê digerin.

Doh êvarê jî artêşa dagirker gundê Dirdara, Micêbra yê Til-Temir topbaran kirin.

Back to top button