Telet Yûnis: Em ê bi hêza xwe êrîşan vala derxînin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis, li dijî gef û êrîşên li ser herêmê diyar kir “Ew xwe dispêrin vîna û hêza gelê xwe û piştrast kir ew ê bi hêza xwe van êrişan vala derxînin.” Telet Yûnis ji bo çareseriya aloziya Sûrî jî diyar kir ku tekane rêya çareseriyê diyalogên Sûrî û Sûrî ye.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Telet Yûnis diyar kir ku gefên dewleta Tirk ên êrîşkirina herêmê, dewama siyasetên wê yên faşîst ên dagirkirina herêmê bi giştî ye.

Yûnis eşkere kir dewleta Tirk dema firsendê bibîne wê êriş bike û bal kişand li ser helwestên hêzên navdewletî di vî alî de.

Telet Yûnis got:

“Di dema ku hêzên Rûsya û Amerîka li herêmê bûn Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.

Ti helwest nîşan nedan.

Niha jî rojane li ber çavên van hêzên garantor dewleta Tirk êrişî Til Temir, Zirgan, Til Rifet û Eyn Îsayê dike.

Endamên Rêveberiya Xweser û sivîlên li herêmê dike armanc û ev hêz bêdeng in.”

Telet Yûnis di dewama nirxandina xwe de giringiya hêza cewherî di vê demê de bi bîr xist û ev got:

“Em xwe dispêrin vîn û hêza gelê xwe.

Rêya mîsoger a parstina vê axê vîn û girêdana gelê me ya bi şoreşê re ye.

Em ê bi hêza xwe van êrişan vala derxînin.”

Dawiya nirxandina xwe û ji bo çareseriya aloziya sûrî jî, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis tekez kir “tekane rêya çareseriyê diyalogên Sûrî û Sûrî ye.”

Back to top button