Nikos Dendias: Tirkiye bi siyaseta Osmanî pirsgirêk bi dewletên cîran re çêkirin

Wezîrê Derve yê Yûnanisatnê Nikos Dendias dibêje Enqere bi siyaseta dagirkirinê ya Osmaniya nû pirsgirêk bi hemû dewletên cîran re çêkirin.” 

Ajansa nûçeyanm a Yûnanistanê li ser navê Wezîrê Derve yê Yûnanistanê ragihand “Helwesta Tirkiyê ya heyî bi xwesteka wê ya tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê re li hev nakin. Enqere bi siyaseta dagirkirinê ya Osmaniy nû gelek pirsgirêk bi hemû dewletên cîran re çêkirin.”

Nikos Dendias eşkere kir ev hewildan û pêkanîn nayên pejirandin û qanûnên navdewletî bin pê dikin.

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê ragihand divê Tikriye xwesteka xwe ya danustandinên rast û durist bi Yûnanistanê re diyar bike.

Meha borî serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis xwestibû Yekîtiya Ewropayê rêbazên tund bi Tirkiyê re bimeşîne û diyar kiribû siyaseta derve ya Ewropa rê dide Tirkiyê ku van kirinan bike..

Back to top button