Li xeta navçeya Şera ya Efrîn û Ezazê şerekî dijwar qewimi. Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê hin gundên Şera, baregeha Minixê û bajaroka Til Rifatê topbaran kirin. Hêzên rizgariya Efrînê bersivek pir dijwar dan û 2 wesayîten leşkerî û avahiya ku fermandarên artêşa Tirk û çeteyên wê civîn lidar dixistin rûxandin.
Îro ji serê sibê ve, li xeta rêya di navbera bajarê Efrînê û Ezazê de şerekê dijwar rû dide.
Artêşa Tirk a dagirker, gundên Şiwarqa, Malikiye û maranazê yên navçeya Şeraya Efrînê topbaran kirin.
Hêzên rizgariya Efrînê yekser bersiv dan û bi çekên giran li noqteyên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê dan.
ŞERVANAN LI CIHÊ CIVÎNA DAGIRKERAN DA
Li derdora Ezazê ya pêşberî gundê Maranazê du wesayîtên zirxî yên artêşa tirk a dagirker hatin rûxandin.
Şervanan di heman demê de, li avahiyek ku fermandarên artêşa Tirk û çete lê civiyabûn dan.
Li gor agahiyên di encama lêdanê de, gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk û çeteyên wê çebûn.
Dagirker kuşti û birîndarên xwe bi ambulansên ji Ezazê rakirin û birin deverên cûda.
DAGIRKER MINIX Û TIL RIFAT TOPBARAN KIRIN
Artêşa Tirk ku derb ji şervanan xwar, rêya di navbera bajarê Efrînê û Ezazê de girt.
Piştî vê yekê jî dest bi topbarana li ser baregeha leşkerî ya Minixê û bajaroka Til Rifatê kir.
Di êrişa li ser baregeha Minixê de, tê gotin ku hejmarek zêdee leşkerên rejîmî mirine û birîndar bûne.
Li ser topbarana dijwar, hêzên rizgariya Efrînê çalakiyên xwe zêde kirin û bi çekên giran li noqteyên çeteyên dewleta tirk a dagirker dan.
Di lêdana şervanan de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.
Şerê li xeta navçeya Şera û Ezazê dewam dike.