Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li başûrê Cebel El Zawiyê, bi çekên giran deverên hev topbaran kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a li eniyên başûrê Cebel Zawiyê yê li başûrê Idlibê, bi çekên giran navendên hev topbaran kirin.
Duh jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên li navçeya Cûrîn a Sehil El-Xab a Hemayê topbaran kiribûn.
Û hêzên hikumeta Şamê jî bi çekên giran gundê El-Enkawî yê li Sehil El-Xab, topbaran kir.