KCK’ê: Li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê em têkoşînê bihêz bikin

KCK’ê ragihand ku gelê Kurd bi salan e li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê bê navber liberxwe dide.
KCK’ê diyar kir ku bi xurtkitina têkoşînê wê tecrîda li Îmralî û zextên li zindanan bidawî bibin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî sîstema tecrîd, zext û êşkenceyê ya li Îmraliyê daxuyaniyek weşand.

Hevserokatiyê bi bîr xist ku Rêber Apo 10 sal in nikare parêzerên xwe bibîne û wiha dewam kir:

Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve ji ber nerazîbûna raya giştî destûr hate dayin ku malbat çend caran pê re hevdîtinê bike. Bi salan e cezayên dîsîplînê weke hincet têne nîşandan û bi vî rengî hevdîtin têne astengkirin.

Rewşa heyî nîşan dide ku sîstema li Îmraliyê bi hestên tolhildanê hatiye avakirin. Yek ji nîşaneyên vê rastiyê jî ew e ku bi hinceta di dema gerê de axiviye cezayê dîsîplînê hate birîn.

Siyaseta taybet a li hemberî Rêber Apo, rastiya desthilatdariya faşîst û dijminahiya wê li dijî Kurdan radixe pêş çavan.

Pêkanînên li Îmraliyê ji zindanan dest pê kiriye û veguheriye polîtîkayekê ku li dijî gelê Tirkiyê tê meşandin.

Eger ev rastî ji aliyê hêzên siyasî yê muxalîf ve neyê dîtikn wê Tirkiye bibe mehkûmê desthilatdariyên faşîst.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku berpirsyariya parêzeran a li hemberî rewşa Rêber Apo heye û got:

Gelê Kurd ji parêzeran dixwaz dike têkildarî jiyan û tenduristiya Rêber Apo agahiyê bide wan.

Lê belê parêzer ji ber ku nikarin biçin hevdîtinê, nikarin berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Malbat jî ji mafê hevdîtinê bê par têne hiştin.

Ne tenê Rêber Apo, malbat û parêzerên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê jî nikarin hevdîtinê bikin.

KCK’ê: Bêdengiya CPT û Konseya Ewrûpayê, kirinên dewleta Tirk rewa dike

Hevserokatiyê erka hêzên cîhanî ya li hemberî pergala tecrîdê jî bi bîr xist û wiha dewam kir:

Dewletên cihê xwe di nava komploya navneteweyî de girtin ji vê rewşê berpirsyar in.

Konseya Ewûopayê û CPT jî heta niha ti helwesteke zelal nîşanî pergala Îmraliyê nedane.

Dewleta Tirk jî ji vê helwestê sûdê werdigire û sîstema zext û zilmê ya li Îmraliyê û zindanan dewam dike.

Girtiyên li Îmraliyê û hemû zindanan rûmeta gelê Kurd in. Zexta li Îmraliyê û zindanan bi esasî zexta li dijî gelê Kurd e.

Lewma di serî de gelê Kurd û dostên wan, her kesên xwedî wijdan û xwe mirov pênase dike, divê hîn bêhtir bikevin nava liv û tevgerê.

Back to top button