Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 155 kesên din bi Coronayê ketin û 28 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên 24 saetên dawî yên vîrûsa koronayê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Desteya Tenduristiyê li herêmê 155 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û 28 kesên jî jiyana xwe ji dest dan.

Hate diyarkirin ji 155 kesên ku bi koronayê ketine ji wan 110 mêr in û 45 jin in.

Hat diyar kirin 4 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn, baş bûne.

Tevî van daneyên dawîyê hejmara kesên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrûsê ketine gihîşt 36 hezar û 450 kesan.

Ji wan hezar û 432 kesan jiyana xwe ji dest danee û 2 hezar û 475 kes jî baş bûne.

Back to top button