Ji fermandarên HPG’ê Rustem Botan: Artêşa Tirk li ber berxwedana gerîla têk diçe

Ji fermandarên HPG’ê Rustem Botan têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li dijî Başûrê Kurdistanê da diyar kir ku artêşa Tirk a li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîlayan bêçare maye.
Rustem Botan got, “Dijmin ti encam bi destnexistiye. Gerîla berxwedaneke mezin nîşan dide û teqez wê bi ser bikeve.”

Dewleta Tirk, 23’yê Nîsanê bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe ya li herêma Başûrê Kurdistanê û tasfiyekirina hêzên gerîla operasyon dan destpêkirin.

Lê ev dikeve meha heftan, dewleta Tirk ti encam ji vê hewldana dagirkeriyê negirt û li beramberî berxwedana dîrokî ya gerîlayan têk çû.

Dewleta Tirk ya ku li hemberî têkoşîna gerîla têk çû, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Yek ji Fermandarên HPG’ê Rustem Botan derbarê êrişên dewleta Tirk yên li dijî hêzên wan û herêma Başûr ji ajansa ANF’ê re axivî.

Rustem Botan diyar kir ku ji ber dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla binketiye û bêçare maye, çekên kîmyewî bikar tîne.

Rustem Botan bi bîr xist, ku dewleta Tirk 6 meh in bênavber bi çekên kîmyewî êriş dike û got:

“Dewleta ku nikare berxwedana gerîla bişikîne di serî de çekên kîmyewî, gelek rêbazên qirêj bi kar tîne.

Di şerê navbera dewletan de jî ewqas cebilxane nayê bikaranîn.

Yanî di vir de em fêhm dikin ku dewleta Tirk li pêşberî taktîk û têkoşîna gerîla bêçare maye.”

Rustem Botan anî ziman ku dewleta Tirk ji bo gerîla tasfiye bikin, tiştek nemaye ku li dijî hêzên gerîla neceribandine.

Fermandarê HPG’ê îşaret bi berxwedaniya gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk û wiha dewam kir:

“Gerîla ji ber ku xwe bi felsefeya Apoyî bi rêxistin kir, 6 meh in têkoşîn û berxwedaneke bêhempa dimeşîne.

Li Mamreşo, Şehîd Serdar û Zendûrayê hevalan nehiştin ku dijmin bi ser bikeve. Li Girê Sor û Werxelê berxwedaneke mezin kirin.

Dijmin çiqasî xwest bi pêş ve bê jî derb xwar û neçar ma ku xwe vekişîne. ”

Rustem Botan di dewama axaftinan xwe de destnîşan kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bi taybetî di nava 6 salên dawî de hêzên gerîla xwe ji nû ve ava kiriye û got,

“Dijmin teknîka xwe ya şer çiqasî zêde kiribe jî rê û rêbazên ku vê teknîkê pûç bike ji aliyê hêzên gerîla ve hatin afirandin.”

Rustem Botan îşaret bi berxwedana gerîla kir û diyar kir ku gerîlayên azadiyê li ser şopa berxwedaneyê û wê ev berxwedan serkeftinê biafrîne.

Back to top button