Jinên ciwan ên Şehbayê berxwedanan gerîlayan silav kir

Çalakî û nerazîbûnên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla jî dewam dikin.
Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Efrînê li Şehbayê meşek hat li dar xistin û êrişên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin.

Bi sedan endamên yekîtiya Jinên Ciwan a Efrînê û Tevgera Hîlala Zêrîn îro ji bo piştgiya berxwedana dîrokî a gerîla li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Fafîn a Şehbayê meşek lidarxist.

Piştî ku meş veguherî mîtingê, daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin.

“Ji beriya 7 meha dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê Yên Mediyayê bi çekên qedexekirî êrişî gerîla dike.

Di encama van êrişan de bi dehan ji gerîla şehîdbûn.”

Her wiha Hate diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker hemû sûcên dijmirovî li pêşiya cîhanê pêk tîne û cîhan jî ti helwestekê nîşan nade.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin da ku li dijî sûcê dewleta Tirk bi erka xwe rabin

Back to top button