Li gorî ajansa Hawarê, hat diyarkirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê ji herêma Ezazê bi çekên giran gundên Beylûnê, Eyn Deqne û derdora girê Til Rifetê yên girêdayî kantona Şehbayê topbaran kirin.
Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê di saetên piştî nîvor jî bi çekên giran gundên Şiwarq, Malikiyê û Marenaz ên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.
Di encama topbaranê dagirkeran li ser gundewarê navçeya Şera ya Efrînê, herî kêm 5 sivîl birîndar bûn û li nexweşxaneyê Helebê hatine rakirin.
Kesên birîndar bûne jî piştî dagirkirina dewleta Tirk li Efrînê neçarî koçberiyê bûne.
Her wiha li herêma ku bi obus û tankan hate topbarankirin, 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê birîndar bûne.
Li gundan niha bêdengî serwer e.