Bakurê Kurdistanê..Doz li 19 girtiyên jin hat vekirin

Derheqê 19 jinên ku sala 2017’an li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’yê ya Mûşê êşkence li wan hatibû kirin doz hate vekirin. Dayika Sedat Bay-geldî yê girtî Şukran, diyar kir ku girtîgeh bûne wek îşkencexane,ev tişt ji bo girtiyên me xetere û ez ji rewşa kurê xwe bi fikar im.”

17’ê Sibata 2017’an gerdiyan û leşkeran bi ser koxuşên girtiyên jin de girtibûn, gelek ji girtiyên jin birîndar kiribûn.

Di nav van de Ayten Beçet jî hebû ku piştre ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe dabû ber êgir.

Gerdiyanên êrîşkar giliyê 19 girtiyên jin kiribûn.

Dadgeriya Cezayê ya Esliyê ya Mûşê îdîanae qebûl kir û derbarî 19 jinan de doz hat vekirin.

”Girtiyên edlî li qawişên siyasî tên bicihkirin”

Binpêkirinên mafên girtiyan her diçin zêde dibin.

Sedat Baygeldî di sala 2013’an de hat girtin û ji Amedê sirgûnê Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê hatiye kirin.

Dayika Sedat, Şukran Baygeldî, ji rewşa girtiyan bi fikar e û banga hestiyariyê dike.

Şukran, destnîşan kir ku nahêlin girtî têkilî bi yên ji derve re daynîn.

”Girtîgeh bûne wek îşkencexane”

Şukran Baygeldî, banga hestiyariyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:

Jixwe berê jî ev zilm hebû lê niha asta zilmê zêde kirine.

Li girtîgehan îşkenceya sîstematîk tê meşandin.

Ez ê li dijî zilmê ji bo kurê xwe biçim her derê, tenê daxwazek min heye û ev jî aştiye.

Back to top button