Balafireke bêmirov li Cerablûsê erebeyeke DAIŞ’ê bombe kir

​​​​​​​Roj bi roj rastiya herêmên Sûriyê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, eşkere dibe ku êdî ji DAIŞ û serçteyên wan re bûne herêmên bi ewle.
Li bajarê Carablusê yê dagirkirî balafireke bêpîlot erebeyek kir hedef û di ecamê de serçeteyekî DAIŞ`ê hate kuştin û yekî din birîndar bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafireke bêmirov ku tê texmînkirin a Koalîsyona Navneteweyî ye li bajarê Carablusê erebeyek hedef girt.

Di encamê de serçeteyek hate kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 2`yê Mijdarê jî li taxa Hewarnê ya bajarê Serêkaniyê û gundê Elok operasyoneke li dar xist.

Di vê operasyonê de jî 6 serçteyên DAIŞ`ê ku yek ji Erebistana Siûdiyê, yek Awûstralî û yek ji bajarê Reqayê ye û yên din piştî dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir, vegeriyane herêmê hatin girtin..

Back to top button