Parlamentoya Katalonya berî demekê Rêveberiya Xweser fermî nas kir. Seroka parlamentoyê Laura Borras li ser vê gava ku avêtîn nirxandin kir û kêfxweşiya xwe anî ziman. Laura hêvî kir ev gav bibe destpêka naskirina statûya Rêveberiya Xweser li cîhanê tevî û ev biryar li hevgirtina xurt a di navbera her du gelan de vegerand.
Parlamentoya Katalonya, yekem paralamento ye ku fermî Rêveberiya Xweser nas kir.
Ev gav jî 20’ê Cotmehê di civîna parlamentoyê de, hat avêtin û bû cihê kêfxweşiyê li gel her du aliyan..
Li ser vê gavê, Seroka parlamentoya Katalonyayê Laura Borras ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir.
Laura Borras destpêkê anî ziman ku ev gava wan, encama xebatên wan ên salan bûn û got: ”Di navbera gelê Kurd û yê Katalonyayê de hevgirtinek xurt heye, vê hevgirtinê û gelê Katalonî hiştin ku ev biryar were dayîn.”
Li ser bandora vê gavê ya li ser têkiliyên di navber her du aliyan de jî, Laura Borras ev anî ziman:
”Berê têkiliyên me hebûn, lê piştî vê gavê wê ev têkilî têkeve qonaxeke nû û bi rengekî fermî pêş bikeve”.
Laura Borras di nava axaftina xwe diyar kir ew bi naskirina Rêveberiya Xweser serbilind in û ev peyam da gelê Kurd:
”Ez ji gelê Rojava re dêjim hûn ne bi tenê ne. Em ê piştevaniya projeya wan a demokrastîk û gelên bindest bikin.”
Seroka parlamentoya Katalonyayê hêvî kir ku ev gav bibe destpêka naskirina statûya Rêveberiya Xweser li ser asta cîhanê.
Parlamentoya Katalonyayê 20’ê Cotmehê Rêveberiya Xweser nas kir û bang li tevahî saziyên xwe û yên civaka sivîl kir ku destekê bidin jinûve-avakirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.