Li dijî hewildana kuştina serokwezîrê Iraqê Kazimî, NY daxwaza darizandina sûcdaran dike û Joe Biden jî ji bo lêpirsînê alîkariyê pêşkêşî hêzên Ewlehiya Iraqê dike. MIX
Sekreterê Giştî yê NY António Guterres, bi daxuyaniyekê hewildana kuştina kazimî şermezar kir û daxwaza darizandina sûcdaran kir.
Guterres bang li hemû aliyên siyasî yên li Iraqê jî kir ku hemû nakokiyan bi rêya danûstandinan çareser bikin û bang li gel Iraqê jî kir aram bin, ji tundî, kirinên xerab û hewildanên têkbirina aramiya Iraqê dûr bikevin .
Joe Biden: Em ê bi hêzên Ewlehiya Iraqê re ji bo lêpirsînê alîkar bin
Serokê Amerîkayê Joe Biden jî bi daxuyaniyekê ev bûyer şermezar kir û kêfxweşiya xwe bi selametiya Kazimî anî ziman.
Biden ragihand wî ferman da tîma xwe ya Ewlehiya Niştşmanî ku alîkariya pêwîst derbarê lêpirsîn û naskirina sûcdaran de bidin hêzên ewlehiya Iraqê.
Berbanga Yekşemê, bi çend dronan êrîş li ser mala Mistefa Kazimî pêk hat, lê belê êrîş bê-encam ma û Kazimî bi silametî jê filitî.