Ji bo azadiya Rêber Apo ‘Keştiya Azadiyê’ 9’ê Mijdarê ji Yûnanistanê ber bi Îtalyayê ve bi rê dikeve.
Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re azadî bi slogana “Dema wê hatiye, Ji Ocalan re Azadî li Kurdistanê Aştî” dest bi vê çalakiya nû dike.
Înisiyatîf wê di navbera 9 û 12’ê Mijdarê de bi keştiyekê ji Yunanistanê ber bi Îtalyayê ve biçe.
Di vê keştiyê de, tevî kurdan, gelek kesayetên enternasyonalîst jî cih digirin.
9’ê Mijdarê wê Keştiya Azadiya Ocalan” ji Yûnanistanê birêkeve û roja 12’ê Mijdarê wê li peravên bajarê Napolî ji aliyê bi hezaran kesî ve were pêşwazîkirin.