Li bajarokekî Kerkûkê bombeyek bi wesayîta Heşda Şeebî ve teqiya û di encam de çekdarek hat kuştin.
Dezgehên Çapemeniya Iraqê ragihandin “Îro li bajarokê Terkilanî yê Kerkûkê bombeyek bi erebeyeke Heşda Şe’bî ve teqiya.”
Di encamê de û li gorî heman dezgehan çekdarekî Heşda Şeebî hat kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûn.
Ev bajarok “Terkilan” 10 kîlometreyan dikeve başûrî Kerkûkê.
Ev sê roj in û li pey hev, li Iraqê tevî, êrîş û teqînên mezin pêk tên û ya dawî jî êrîşa li dijî mala serokwezîr Mistefa Kazimî bû.