WFP hişyar kir: Li 43 welatan 45 milyon kes birçî ne

Di wextekê de ku hêzên mezin ên cîhanê ji bo kirîn û firotina çekan, bi sed mîlyaran dolarî xerç dikin, mirovahî bi birçîbûnê re rû bi rû ye.
Li gorî daneyên Bernameya Zat û Qût a Neteweyên Yekbûyî, li 43 welatan 45 mîlyon kes birçîne.
Bername radighîne ku li Efxanistanê hin malbat ji birçîbûnê, neçar man zarokên xwe ên keç bifroşin.

Bernameya Zat û Qût a Neteweyên Yekbûyî 1’ê Mijdarê eşkere kiribû ku li seranserê cîhanê 42 mîlyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Bername bi lêkolînên xwe ên dawî ev hejmara weke 45 mîlyon guhert.

3 mîlyonên dawî jî yên Efxaniyane.
Li ser mijarê serokê desteya rêveber a bernameya zat û qût David Beasley diyar kir ku bi deh mîlyonan kes li ber ketinê ne û got:

Pirsgirêkên avhewa û vîrûsa Koronayê hiştin ku hejmara mirovên biçî zêdetir bibe.

Beasley anî ziman ku di rewşa heyî de buhayê pêdiviyên jiyanê bilind bûne ê ev yek li hin welatan bandoreke xerab li mirovan dike.

Bi taybet jî li Efxanistan, Yemen û Sûrî.

David Beasley sedema van encaman jî weke rewşa awarta û aloziyan binav kir.

Bernameya Zat û Qût a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji bo pirsgirêka birçîbûnê were çareserkirin pêwîstiya lezgîn bi 7 mîlyar dolarî heye û ev hişyarî kir:
Li welatên xizan malbat neçar dimînin ku rêyên xerab û malwêran hilbijêrin.

Wek mînak,

Zarokên xwe ji dibistanê derdixin û wan di temenê biçûk de dixewicînin.

Ji ber nebûna xwarinê, ji mecbûrî goştê cerdonan an jî pelê daran didin wan.

Rewşa herî xerab jî li Efxanistanê ye.

Lewma li vî welatî ji ber biçîbûnê, hin malbat neçar dimînin ku zarokên xwe ên keç bifroşin.

Back to top button