DONALD TRUMP: DIVÊ WELATÊN EWROPA JI BO DOSYAYA ÇETEYÊN GIRTÎ ALÎKAR BIN, BÊDENGÎ NE BAŞ E

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Emerîka Donald Trump ji bo DAIŞ’iyên girtî, careke din bang li welatên Ewropayê kir..
Trump rexne li helwesta welatan kir û ji wan xwest, ji bo vê dosyayê alîkar bin.

Trump di du tiwîttên li pey hev diyar kir ku, 1800 girtî hene.

Ji bo van çeteyan xebat tê kirin û biryar ji bo van girtiyên xeter tê girtin.

Trump dipirse, wê rewşa wan çi be..?

Ji lewre Serokê Emerîka berpirsiyartiya mezin da ser milê Ewropayê û ev bang li wan kir:

Tevî ev tişt ji berjewendiyên wan e, lê Welatên Ewropayê alîkariyê nakin.

Ew vegera çeteyan red dikin..Ev tiştekî ne baş e.

Heta niha jî welatên Ewropa bêdeng in.

Beriya niha jî Trump hişyariya reva van çeteyan li dabû Ewropayê.

Ji xwe Rêveberiya Xweser jî ji bo çeteyên girtî, banga avakirina dadgeheke navdewletî dike.

Dibêje, ji ber van çeteyan sûc herî zêde li vir kirine û li ser vê axê hatine girtin, pêwîst e li Bakur û Rojhilatê Sûrî werin darizandin.

Lê pêwîstî bi hevkariyeke navdewletî heye.

Leave a Reply

Back to top button