El Kazimî: Em êrişkaran baş nasdikin û demeke nêzê wan eşkere bikin

Dengvedana êrişa bi dorne a li dijî serowezîrê Iraqê Mistefa El Kazimî dewam dike.
Fermandariya artêşa welat ragihand ku balafirên bê mirov bi awayekî nizim êriş kirine û ji ber vê yekê neketin bin kontrola radarê.
Serokwezîr Kazimî jî îdîa kir ku ew êrişkaran baş nasdikin û got,
Demeke nêz em ê wan ji raya giştî re eşkere bikin.

Şeva din li Herêma Kes a paytexta Iraqê Bexdayê, li dijî mala serokwezîr Mistefa El Kazimî êrişa bi dronan pêk hat.

Di êrişê de tiştek bi Kazimî nebû û tenê 6 parêzvanên wî birîndar bûn.

Piştî êrişê bi demeke kurt serokwezîr Mistefa El Kazimî civîna ewlekariyê birêve bir.

Kazimî di civînê de îdîa kir ku ew êrişkaran baş nas dikin û got:

Demeke nê em ê wan eşkere bikin.

Di vê navberê de nerazîbûnên cîhanî yên li dijî êrişê jî dewam dikin.

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Goterres bang li gelê Iraqê kir ku bi baldarî tevbigerin û rê nedin şerekî navxweyî.

Hişyariyeke bi heman rengî ji aliyê rêveberiya Îranê ve jî hate kirin.

Tehranê ragihand ku ji bo eşkerekirina berpirsiyaran ew amade ne alîkariyê bidin Bexdayê.

Her çendî ji roja pêşî ve Îran xwedî vê helwestê be jî lê hin dedorê alîgirên wî weke berpirsiyarê êrişê nîşan didin.

Bi taybet jî Haşdî Şabî.

Di vê navberê de Fermandariya Artêşê eşkere kir ku balafirên êriş pêk anîne nizim firîne û ji ber vê neketine bin kontrola radaran.

Berdevkê hêzên artêşê Yeyha Resûl diyar kir ku herdû balafirên bê mirov ji herêma Bakur-rojhilatê Bexdayê rabûne.

Back to top button