Dibeybe wê bibe namzetê serokdewletiya Lîbya

Li Lîbya di demeke ku amadekariyên dawî yên hilbijartina giştî ya 24’ê Kanûn tê kirin de, aloziyên nava hikumeta demkî ya welat de derketiye.
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamîd Dîbeybe di hilbijartinên serokatiyê yên meha bê de wê namzetê serokdewletiyê be.

Ajansa Reutersê di nûçeyek xwe ya spartî çavkaniyek payebilind yê Lîbya de teqez kir ku ev gav wê bibe binpêkirina eşkere ya soza bêalîbûnê dema ku dest bi wezîfeya hikumeta demkî ya welat kirî.

Piştî rûxandina Muamer Qezafî li Lîbyayê, yekem car serokê dewletê rasterast ji aliyê gel ve tê hilbijartin.

Di hilbijartinên bê de şansê serokwezîr Dibeybe pir zêde xuya dike, lê tê çaverêkirin ku binpêkirina rêgezên pêvajoya aştiyê bibe sedema nîqaşan.

Dema ku Hikumeta Yekitiya Neteweyî ava bû, Dibeybe û endamên din ên kabîneyê soz dan ku ew ê ji bo serokomariyê nebin namzet.

Berpirsê ji Reutersê re axivî û diyar kir ku Dibeybe rojek beriya destpêkirina fermî ya pêvajoya namzetiyê biryara xwe ragihand.

Di civîna Foruma Diyaloga Siyasî ya bi pêşengtiya NY hate lidarxistin de, biyar hate girtin ku 24’ê Kanûnê hilbijartina giştî ya welat pêk were.

Back to top button