Kurdên li sînorê Polonya: Mirin xweştire ji vegera rewşa li Başûr

Keştiyên wan noqî avê dibin.
Jin û zarok dimirin.
Bê nan û avê dimînin.
Lê dêsa jî berê wan her li vê rêya zor û zehmet e.
Li gorî xwe mafdar in.

Ji Iraq û taybet başurê Kurdistanê bi hezaran koçber li sînorê welatan di nava şert û mercên zehmet de ne.
Koçberên ji başûr dibêjin, mirina wan ya li sînor ji rewşa li başûr baştire.
Li ser sînorê Belarûs û Polonya koçberên Kurd di nava sermayê de mane.

Şer, birçîbûn, zordestî û zilma desthilatdaran.

Ev hemû dibin sedem ku bikevin ser rêya koçberiyê.

Ev trajediya giran a rêwîtiya ber bi mirinê ve vê carê bû para Kurdên ji Başûrê Kurdistanê..

Bi dehan ji wan vê gavê li sînorê Belarûs û Polonyayê asê mane û ti kes xwedî li wan dernakve.

Bi sedan koçberên ji Başûr li ber sînorê Polonya ne

Bi hêviya xwe ku bighînin welatên mîna Almnayayê, ji Belarûs ber ber bi sînorê Polonyayê ve birêketin.

Hêzên Belrûsî ku li sînor bicih bûne, ji bo pêşî li koçberan bigrin gulleyan li ser wan teqînin.

Hejmara ji van koçberan xwe gihandin sînor û li bendê ne li destûr were dayîn da ku derbasî Polonya bibin.

Di nava zor, zehmet, sir û seqemê de dimînin.

Hin ji wan ji ber van şertên zor jiyana xwe ji dest dane.

Lê tevî vê yekê jî li şûna ku paşde werin zîvirandin, bi mirinê razî ne.

Yekane hêviya wan ew e ku welatên Ewrûpayê deriyên xwe li pêş wan vekin.

Li gorî bîlançoya Saziya Lûkte, tenê di nava 11 mehên borî de ji Iraqê 37 hezar ciwanan koç kirine.

10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî winda bûne.

Koçberiya herî zêde jî ji nava xaka başûrê Kurdistanê ye.

Qeladiz û Ranya bajarên herî zêde ciwan jê koç dibin ne.

Piştî wê jî li Şêladiz, Soran, Helebce, Seyidsadiq û Hewlêr tên.

Back to top button