Konseya Ewropayê bersivek zelal neda nameya li ser tecrîdê

Solîda-rasî a ku yekîtiya sendîkayî ya Fransayê ye ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan nameyek ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re şandibû…
Konseya Ewropayê, jî bersiv da nameyê û îdia kir ku Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Ewropayê bi tu awayî nikare mudaxaleyî dadgeheke serbixwe bike.

Sendîkaya Solîdaîresê ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin di 6’ê Cotmehê de nameyek ji Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marîa Pejcînovîc-Bûrîçê şandibû.

Li ser navê Marîa Pejcînovîc-Bûrîçê Midûrê Kabîneya Alîkariya Sekreteriya Giştî Mîroslav Papa bersivek da û got:

“Hûn jî dizanin derbarê şertên girtîbûnê di navbera CPT û rayedarên Tirk de diyalogekek bi pergal û veşartî heye.

Rapora CPT’ê ya derbarê serdana di sala 2021’an de kiribû û bersiva rayedaran, li gorî pêkanînên peymannameya Ewropayê ya derbarê êşkence, ceza û danûstandinên li hemberî mirovatiyê wê ji raya giştî re were eşkerekirin.”

Mîroslav di dewamiya axaftina xwe de dibêje:

“Wekî ku we jî diyar kiriye birêz Ocalan û sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê di Cotmeha 2011’an û di Îlona 2018’an de derbarê astengiyên hevdîtinên bi malbat û parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn.

Ev daxwaz di Îlona 2019’an de ji hikûmeta Tirk re hatiye ragihandin û dadgeh li gorî proseduran li ser wê disekine.

Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê bi tu awayî nikare mudaxeleyî dadgeha serbixwe bike.”

Mîroslav eşker kir ku eger rewşên li dijberî Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê were tespîtkirin dê li gorî xala 46’an a peymannameyê, rewş di bin kontrola Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de be.

Her wiha Sendîkaya Solîdaîresê diyar kiribû 10 sal derbas bûye ku parêzerên Rêber Ocalan ji bo rakirina tecrîdê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane û xwestibû sedema vê derengmanê were eşkerekirin.

Solîdaîresê gotibû:

“Serbestbûna birêz Ocalan ji bo çareseriya siyasî ya gelê Kurd ê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn, şertek e.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber ku Tirkiyê mafên girtiyan ên li gorî hiqûqa navneteweyî bin pê dike, divê li ser Tirkiyê zext were kirin.”

Solîdaîresê bang li Konseya Ewropayê kiribû ku piştgiriyê bidin daxwaza gelê Kurd ku Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Back to top button