Çalakî di roja 35’an de didome lê PDK cenazeyan nade malbatên wan

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan, ya ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine di roja 35’yan de didome.

Şêniyên herêma Cizîrê jî piştgiriya xwe ji bo çalakiya malbatên şehîdan re dewam dikin.

Îro şandeyek ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê berê xwe dane konê çalakiyê ya li Sêmalka.

Pismamê Şehîd Serdem Cûdî, Yûsiv Remezan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

Pismamê Şehîd Serdem Cûdî Bang li partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr û parlamenteran kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û sînoran ji nêzîkatiyên PDK’ê yên dijî berjewendiyên gelê Kurd re deynin.

Back to top button