Selahedîn Demîrtaş: Em dizanin ku em bê sûc in û ev koploeyeke li dijî me ye

Runiştina 6. a doza Kobanê bi beşdarbûna Parlementer û Rêvebirên HDP’ê û delegeyên gelek welatan îro jî dewam kir…Têkildarî dozê Hevserokê berê ya HDP’ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş axivî û got:
”Em dizanin em bê sûc in. Ev komployeke ku ji aliyê Dozgerîyê, Wezareta Karê Hundirîn û MÎT’ê ve hatîye amadekirin.”

Îro runiştina 6. ya Doza Kobanê a sîyasî ku li dijî sîyasetmedar û Parlementerên HDP’ê weke komployeke hatîye amadekirin, dewam kir.

Hîn rêvebir û endamên dozê beşdarî runiştinê nebûn.

Bi biryarek balkêş, îro dadgerê dozê Bahtîyar Çolak jî ji peywirê hat durxistin.

Têkildarî mijarê Hevserokê berê ya HDP’ê yê girtî Selahedîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîterê peyamek belav kir û Parêzerên dozê jî daxuyanî dan.

Demîrtaş di peyama xwe de dîyar kir ku AKP û MHP di civînên xwe yên Meclîsê de bi awayek eşkere telîmat didin dozgerîyê û got: ”Deshilatdarî me weke terorsît pênase dike, lê em ê di hilbijartinan de wan a bixin binê sindoqan.”

Têkildarî dozê Demîrtaş bal kişande ser terefgirtina dozgeran û wiha dewam kir: ”Çi biryara ku hun dixwazin bidin. niha bidin.

Êdî bila çûyîn hatin û karê me yê dadgehê xilas bibe.

Lê em dizanin ku dê ev gel li ser sindoqan bersiva hewceyî bide we.

Tevî ku tu tiştek dest we de tuneye, lê dîsa ji bi tiştên tuneyî dixwazin me girtî bihêlin.”

Parêzerên dozê: Hewil tê dayîn ku doz bi lez were bidawîkirin

Li aliyê din parêzerên dozê jî dan zanîn ku hewil tê dayîn ku doz bi lez were bidawîkirin.

Yek ji parêzerên dozê Cahît Kirkkazak dîyar kir ku dadgeh hewil dide vê dozê bi lez û bez bi dawî bike û wiha got:

”Hun çima dixwazin vê darizandinê bi lez bi dawî bikin ?

Hun fermana Bahçelî, ya Erdogan, an jî ya Soylu pêk tînin ?

Eger biryareki we hebe ji niha ve eşkere bikin û me tevlî vê lîyistokê nekin.

Em destûr nadin ku mafên me yên bingehîn werin binpêkirin.

Parêzer Nûray Ozdogan jî wiha axivî:

”Hûn bi vî şêwazî usulê binpê dikin. Hûn niha mafên wergirtina hiqûqî ya muwekîlûn me û mafên me binpê dikin.”

Serokê dadgehê doz sibe ji bo taloq kir û xwest ku girtîyên beşdarî dozê nebûne, sibê tevlî bibin.

Back to top button