Nûnerê navnetewî yê taybet ji bo aloziya Sûrî Geer Pedersen ragihand ku goftûgoyên der barê avakirina komîteya destûrî hîn dewam dike.
Pedersen got, lihevkirin tenê li ser 6 navan maye.
Ji bo vê jî, wê danûstandin li ser van 6 navan werin kirin.
Di civîna Konseya Ewlekariya Navnetewî de, nûnerê navnetewî ji beşdarvanan re wiha got:
“Me li ser rakirina 6 navan ji lîsteya komîteya destûrî li hev kir.
Ew nav jî ji aliyê saziyên civaka sivîl ve hatibûn pêşniyarkirin.”
Pedersen destnîşan kir ku ew ê hewl bidin rêjeya beşdarbûna jinê di komîteyê de bigihînin ji sedî 30.
Hêjayî bîrxistinê ye, aliyên têkildarî aloziya Sûrî û bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî, hewl didin lîsteyek ji 150 kesî ji bo komîteya destûrî amade bike.