RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN ÊN SÛRÎ: DIVÊ ARTÊŞA NIŞTIMANÎ YA OPOZISYONA SÛRÎ TÊVEKE LÎSTEYA TERORÊ

Heft rêxistinên mafên mirovan ên Sûrî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka xwestin ku Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya girêdayî dewleta Tirk e, têxin lîsteya terorê. Beriya niha jî, Emerîka hêzên Pasdarên Şoreşgerî yên Îranî û Hey’et Tehrîr Eş-Şam xistibûn nava lîsteya terorê.
Ji bo vê daxwazê, rêxistinên mafên mirovan ên Sûrî nameyek ji wezîrê Karên Derve yê Emerîka Mike Pompeo re şand. Di nameyê de hat gotin, divê Artêşa Niştimanî ya Sûrî jî weke rêxistinên din di heman lîsteyê de be.

Heft rêxistinên mafên mirovan ên Sûrî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka xwestin ku Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya girêdayî dewleta Tirk e, têxin lîsteya terorê.

Beriya niha jî, Emerîka hêzên Pasdarên Şoreşgerî yên Îranî û Hey’et Tehrîr Eş-Şam xistibûn nava vê lîsteyê.

Ji bo vê daxwazê, rêxistinên mafên mirovan ên Sûrî nameyek ji wezîrê Karên Derve yê Emerîka Mike Pompeo re şand.

Di nameyê de hat gotin ku, divê Artêşa Niştimanî ya Sûrî jî weke rêxistinên din di heman lîsteyê de be.

Hêjayî gotinê ye, ev daxwaz di demekê de hat kirin ku Emerîka hewl dide koma bi navê Ixwan El-Musilmîn têxe nava lîsteyê.

RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN ÊN SÛRÎ:
IXWAN EL-MUSILMÎN BERGEHÊ SIYASÎ YÊ ARTÊŞA NIŞTIMANÎ YE

Ixwan El-Musilmîn jî bergehê siyasî yê Artêşa Niştimanî ye.

Di vê der barê de, berdevka Qesra Spî Sarah Sanders wiha got:

“Serokê Emerîkayê bi endamên koma ewlehiya netewî re hin şêwiran dike, ji ber ku ev artêş bûye cihê metirsiyan.”

Sala 2017’an jî Trump gotibû wê “Ixwan El-Muslimî” bixe lîsteya terorê..

Li gorî çavdêran, xistina Ixwan El-Musilmîn nava lîsteya terorê, wê têkiliyên herdu endamên NATOyê – Washington û Enqerê – tevlihev bike.

Weke tê zanîn, têkiliyên Ixwan El-Musilmîn bi partiya AKP re ku Erdogan serokê wê ye, pir baş û xurt in.

Piştî daxuyaniya Qesra Spî jî, berdevkê AKP’ê Omer Çelîk hişyarî da Emerîka û got, wê ev biryara Trump aştiyê li Rojhilata Navîn têk bibe.

Ev yek tê wê wateyê ku, Tirkiyaya bi serokatiya AKP’ê bi komên xwe yên çete gefan li Cîhanê dixwe.

Leave a Reply

Back to top button