Li Hesekê dest bi pêngava ”Parastina zarokan erka me ye” hat kirin

“Parastina zarokan erka me ye”.
Bi vê sloganê Nivîsgeha Parastina Zarokan ji bo hişyarkirina civakê ji metirsiya xebitandina zarokan dest bi pêngavekê kir.

Di vê derbarê de nivîsgehê îro li djiî xebitandina zarokan belavok li şêniyan belav kir.

Her wiha pankartên “Xebitandina zarokan rawestînin” û “Em guh bidin wan, ji ber ku ew pêşeroj in” hatin daliqandin.

Têkildarî pêngavê hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan a Kantona Hesekê Xalid Cebir ji ANHA’yê re axivî.

Xalid Cebir piştrast kir ku wê ev pêngav li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dar bikeve.

Cebir bang li şêniyan kir ku alîkariya wan bikin da ku diyardeya xebitandina zarokan asteng bikin.

Back to top button